Daristanên Merîwanê dişewitin: Hewlên ji bo vemirandinê berdewam in
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Çavkaniyên Siruştî yê parêzgeha Sineyê ragihand, hewldanên ji bo kontrolkirina şewata daristanên Merîwanê hîn jî berdewam in û ji bo alîkariyê, helîkopter gihiştiye herêmê.
Rêveberê Giştî yê Çavkaniyên Siruştî yê parêzgeha Kurdistanê Behzad Şerîfîpûr di hevpeyvînekê de ligel Ajansa "IRNA"yê diyar kir, agirê daristanên gundên Binawçile û Dereweranê hatiye kontrolkirin, lê şewata li daristanên gundên Hane Şêxan û Encîranê ji ber erda asê û zehmetiya rêyan hê jî berdewam e.
Şerîfîpûr got: "Di rojên borî de ji ber bayê bihêz, karê tîmên Çavkaniyên Siruştî û welatiyên dildar ji bo vemirandina agir gelekî zehmet bû. Niha baldariya me ya sereke li ser wê yekê ye ku kesên neşareza neçin nav agir û zirar nebînin, ji ber ku ji ber germahiya zêdeyî 40 pileyî û bayê tund, em nikarin rêça agir bi zelalî diyar bikin."
Rêveberê Giştî da zanîn, wan bi rêya Rêveberiya Krîzan a Parêzgeha Sineyê daxwaza helîkopterê kiriye û got, "Helîkopter îro gihiştiye û dê ji bo vemirandina agir dest bi kar bike."
Behzad Şerîfîpûr herwiha destnîşan kir, 50 tîmên Çavkaniyên Siruştî û zêdetirî 60 kesên dildar ji bo kontrolkirina şewatê li daristanên Merîwanê di nava hewldanan de ne.
Di dawiyê de hat gotin, heta niha asta zirarê nehatiye texmînkirin û piştî kontrolkirina şewatê dê lêkolîn were kirin û sedema derketina agir jî dê were destnîşankirin.