Li Sîneyê bi beşdariya 30 hunermendan pêşangeha wêneyan hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Sîneyê yê Rojhilatê Kurdistanê, pêşangeha wêneyan a bi navê "Rohnî" bi beşdariya hejmareke mezin a hunerhez û welatiyan hat vekirin. Di pêşangehê de 30 tabloyên 30 wênesazên ji Parêzgeha Sîneyê hatin pêşandan.

Pêşangeh bi piştgirî û hevkariya Xaneya Wênesazan û Encûmena Sînemayê ya Ciwanan a Parêzgeha Sîneyê hatiye birêkxistin û dê heta heşt rojan berdewam bike. Ev çalakiya hunerî derfetê dide hunermendên ciwan ku berhemên xwe pêşkêş bikin û di heman demê de civaka hunerî ya herêmê zindî dike.

Serokê Xaneya Wênesazan a Sîneyê Mehdî Tewekulî ji K24ê re ragihand, armanca wan ji lidarxistina çalakiyên bi vî rengî, wekî pêşangeh, festîval û komxebatan, ew e ku asta perwerdehiya hunera wênesaziyê li Rojhilatê Kurdistanê bilind bikin. 

Tewekulî got jî: "Em dixwazin derfetên baştir ji bo perwerdekirina hunermendan biafirînin û rê li ber pêşketina wan vekin."

Nîvê hunermendên beşdarî vê pêşangehê jin in. Rêveberên pêşangehê diyar kirin ku ji bo vê çalakiyê 100 berhem hatibûn şandin, lê di encamê de berhemên 15 jin û 15 mêrên hunermend ji bo pêşandanê hatin hilbijartin. Têma sereke ya hemû berhemên ku di pêşangehê de cih digirin "ronî" ye.

Cîwana Cîwanmerdî, yek ji wênesazên beşdar, derbarê berhema xwe de got: "Ez kêfxweş im ku di vê pêşangehê de cih digirim. Mijara sereke ronî ye. Berhema min li ser kesayetekî ye ku di nav tariyê de ye, lê tevî ku derfetên rohnî û hêviyê li pêşiya wî hene, ew dîsa jî teslîmî rewşê dibe."

Herwiha Arta Lutf Abadî, wênesazekî din ê ciwan, hêviya xwe anî ziman ku çalakiyên bi vî rengî zêdetir bibin da ku hunermendên ciwan karibin berhemên xwe bigihînin temaşevanan.

 

 

Fly Erbil Advertisment