Nêçîrvan Barzanî û Senatora Amerîkî: DAIŞ hîn jî metirsiyeke rasteqîn e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Senatora Amerîkî Joni Ernst di hevdîtinekê de tekezî li ser wê yekê kirin, rêxistina terorîst a DAIŞê hîn jî metirsiyeke rasteqîn e li ser ewlekarî û aramiya Iraq û Sûriyeyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 24ê Tebaxê pêşwazî li Senatora Komarî ya Amerîkî Xanim Joni Ernst, endama Komîteya Hêzên Çekdar a Encûmena Pîran a Amerîkayê û şandeke pê re kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de piştgiriya Amerîkayê ji bo parastina aramî û ewlehiya Iraqê, rewşa ewlehiyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê, gef û metirsiyên DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê, pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û bandora wan li ser herêmê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, herdu aliyan tekezî li ser girîngiya hevkariya hevbeş a Amerîka û Iraqê, tevî Herêma Kurdistanê, kirin ji bo parastina aramî û îstîqrara welat û rûbirûbûna gef û tevgerên rêxistina terorîst a DAIŞê.

Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanînên xwe ji bo Amerîkayê dubare kirin ji ber alîkarî û hevkariyên ku ji bo rûbirûbûna gef û metirsiyên terorê pêşkêşî Iraq û Herêma Kurdistanê dike.

Ji aliyê xwe ve, Ernst tekezî li ser pabendbûn û berdewamiya piştgiriya Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Herwiha aramî û ewlehiya navxweyî û hevrêzî û yekrêziya hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê wek pêwîst û girîng bi nav kir.

Di civînê de, ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê jî amade bû, çend mijarên din ên girîng ên hevbeş hatin nirxandin.

 
Fly Erbil Advertisment