Di êrîşên Îsraîlê de 4 rojnamevan hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama bombebarana artêşa Îsraîlê de li ser Nexweşxaneya Nasir a li Xan Yûnisê, li başûrê Xezeyê, herî kêm 15 kes hatin kuştin. Di nav qurbaniyan de, 4 rojnamevan û hejmarek endamên tîmên hawarçûnê jî hene.
Peyamnêrê K24ê li Xezzeyê Beha Tûbasî got, di encama bombebarana Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya Nasir li Xan Yûnisê de, 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Herwiha da zanîn, di êrîşê de otomobîleke tîmeke rojnamevanan jî bûye armanc.
Peyamnêrê K24 nav û nasnameyên rojnamevanên ku hatine kuştin eşkere kirin û got, ev kes di êrîşa asmanî ya Îsraîlê de bûne qurbanî:
- Husam Misrî: Kamêramanê ajansa Reutersê.
- Mihemed Selame: Kamêramanê kanala Al Jazeera.
- Meryem Ebû Deqe: Ku kar bi ajansên Independent Arabia, Al Arabiya û Associated Press re dikir.
- Moaz Ebû Taha: Rojnamevanê tora 'NBC' ya Amerîkî.
Li gorî daneyên Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Xezzeyê û Sendîkaya Rojnamevanên Filistînî, ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Xezeyê de piştî 7ê Cotmeha 2023an, heta niha 242 rojnamevan hatine kuştin.