Dozgeriya Giştî: Pêwîst e desthilata cîbicîkar pabendî bingehên yasayî û destûrî be

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê, derbarê bûyerên şeva 21 li ser 22ê Tebaxa 2025an ên li Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de, Dezgeha Dozgeriya Giştî ya Silêmaniyê ji bo lêkolînkirina bûyerê hat erkdarkirin û hat tekezkirin ku divê desthilata cîbicîkar di çarçoveya yasa û destûrê de tev bigere û mafê hemû aliyan biparêze.

Serokatiya Dozgeriya Giştî îro 25ê Tebaxê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser serweriya yasayê kir û ragihand: "Yek ji armancên sereke yên yasayan, parastina maf û azadiyan û asayîşa welatiyan e. Pêwîst e her kes pabendî yasayê be û kes li ser yasayê re nebe."

Dozgeriya Giştî li ser bingeha erkê xwe ya yasayî ya parastina sîstema Herêmê û çavdêriya rewa ya yasayan, hişyariyeke tund da desthilata cîbicîkar û got: "Di dema cîbicîkirina her ferman û biryareke dadgehê de, divê desthilata cîbicîkar bi awayekî herî cidî û bi xemxurî rêzê li prensîbên yasayî û destûrî bigire, bi taybetî di parastina can û rûmeta welatiyan, parastina mal û milkê giştî û taybet û heta mafên tometbaran bi xwe de, yên ku di yasa û destûrê de hatine destnîşankirin."

Di daxuyaniyê de herwiha hat destnîşankirin, yasa ji bo cîbicîkirina biryarên dadgehê rê û rêbazên wiha diyar kirine ku nebin sedema aloziyê, nearamiyê û gihandina ziyanê bi mal û milkê giştî û taybet. Di vê çarçoveyê de, parastina mafê jiyan, rûmet û azadiya welatiyan wek mijareke gelekî girîng hat binavkirin.

Banga Berpirsiyariyê ji Ragihandinê re

Serokatiya Dozgeriya Giştî bang li dezgehên ragihandinê û torên civakî jî kir û got: "Em daxwazê ji hemû dezgehên ragihandinê û xwediyên rûpel û hejmarên torên civakî dikin ku bi awayekî berpirsane û dûrî zêdekirina aloziyan, bi vê bûyerê û encamên wê re tevbigerin."

Lêpirsîn dest pê dike

Di dawiya daxuyaniyê de, Dozgeriya Giştî bi awayekî fermî ragihand: "Em Dezgeha Dozgeriya Giştî ya Silêmaniyê ji bo şopandina vê bûyera şeva 21 li ser 22.08.2025an û parastina mafê hemû aliyan di çarçoveya yasa û destûrê de erkdar dikin."