Wezîrê Pêşmerge: Armanca yekkirina hêzên Pêşmergeyan avakirina artêşeke niştimanî ya hevgirtî ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Tîmeke şêwirmendên Amerîkayê bi Wezîrê Pêşmerge re radigihîne ku, bi hevparî û hevkarî li gel Pêşmergeyan dikarin pêvajoya çaksaziyê di nav wê hêzê de bilezînin. Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dibêje ku, armanca yekkirina hêzên Pêşmergeyan avakirina artêşeke niştimanî ya hevgirtî ye.

Li gorî ragihandina Wezareta Pêşmerge, Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl bi hevparî li gel Serokê Erkanan yê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr li Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê bi Serokê Nivîsîngeha Alîkariyên Ewlehiyê Kolonel Dec Pilwek re civiya.
Di wê civînê de, ku tîmeke şêwirmendên hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û efser û piledarên hêzên Pêşmergeyan jî tevlî wê bûbûn, yadaştnameya hevfêmkirinê ya di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê de hat nirxandin û pêngavên bicîhanîna wê peymanê hatin nîqaşkirin.

Li gorî wê ragihandina Wezareta Pêşmerge, Wezîrê Pêşmergeyan di wê civînê de ew yek piştrast kir ku, Wezareta Pêşmerge pêngavên baş ji bo yekkirina hêzên Pêşmergeyan avêtine û bi berpirsiyarî ji bo bicîhanîna bername û planên stratejîk ên wezaretê di vî warî de dixebite. Amaje jî da ku, armanca Wezareta Pêşmerge di yekkirina hêzên Pêşmergeyan de avakirina artêşeke neteweyî ya hevgirtî ye.

Tîma Şêwirmendan a Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê amaje da ku, ew bi girîngî ve li bizavên Wezareta Pêşmerge dinêrin, ji bo bicîhanîna wan planan ên ku ew wezaret di bernameya xebatê de û xasma jî di bendên yadaştnameya hevfêmkirinê de li ser dixebite. Amaje jî da ku, bi hevparî û hevkarî bi Pêşmergeyan re dikarin pêvajoya çaksaziyê ya Pêşmergeyan bilezînin.

 
Fly Erbil Advertisment