Komîsyona Aştiyê bi serokên berê yên Parlamentoya Tirkiyeyê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê îro civîna xwe ya şeşemîn pêk tîne û guh da nirxandinên 11 serokên berê yên parlamentoya Tirkiyeyê yên derbarê pêvajoya aşitiyê de.
Li gor agahiyan, Komîsyonê di vê civîna xwe de, ku li ser bingeha diyalog û hevdîtinan kar dike, nerîn û pêşniyarên serokên berê yên Meclisê ji bo pêşxistina pêvajoya aşitiyê tomar kirin. Ev hevdîtin beşek ji xebatên Komîsyonê ne ji bo berhevkirina nêrînên cuda yên derbarê çareseriya pirsa Kurd û avakirina aşitiyeke mayînde li Tirkiyeyê.
Herwiha tê payîn ku sibê Pêncşemê, di civîna xwe ya heftemîn de, Komîsyon nûnerên Yekîtiya Sendîkayên Parêzeran a Tirkiyeyê (TBB) bike mêvan. Di vê civînê de, parêzer û hiqûqnas dê guhertinên pêwîst ên qanûnî yên taybet bi pêvajoya aşitiyê re bînin rojevê û nîqaş bikin.
Komîsyonê di civîna xwe ya pêncemîn de jî, dayikên Diyarbekirê, dayikên aşitiyê û dayikên Şemiyê, herwiha rêxistinên mafên mirovan, kiribûn mêvan û guh dabû daxwaz û pêşniyarên wan.
Ev yek di demekê de, Dem Partiyê ragihandibû, rewşa pêvajoya aştiyê "nebaş" e. Tekez li ser wê yekê jî kir ku, hevdîtinên wê bi Abdullah Ocalan re kêm bûne. Ew daxwaz dike ku Komîsyona Parlementoyê bi Ocalan re bicive.
Herwiha tê çaverêkirin ku şandeya Dem Partiyê, ku ji Pervin Buldan, Mithat Sancar û parêzerekî pêk tê, sibe 28ê Tebaxa 2025ê serdana Îmraliyê bike, da ku bi Ocalan re bicive.