Çend projeyên rêyan li Ranyayê bi 7 milyar dînar tên bicîhanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Raniye, bi saya cîbicîkirina çendîn projeyên rêyan ku bi budçeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê têne kirin, ber bi qonaxeke nû ya pêşketinê ve diçe.

Serokê Şaredariya Raniyeyê Ehmed Mela Wiso îro 27'ê Tebaxê ji K24 re ragihand, piştî demekê ku Raniye di warê xizmetguzariyê de li pişt mabû, niha bi saya komek projeyên ku ji butçeya Hikûmeta Kurdistanê û çend projeyên din jî ji butçeya veberhêneran tên cîbicîkirin, avadaniyeke baş dîtiye.

Ehmed Mela Wiso herwiha diyar kir, Encûmena Wezîran razîbûn daye ser cîbicîkirina çar projeyên girîng ên rê û bajaran ji bo Raniyeyê. Herwiha got: "Di nav van projeyan de, du ji wan temamkirina cadeya 60 metroyî ne, ku bi cîbicîkirina van her du projeyan, astengiyên trafîkê yên li bajêr dê kêm bibin û hatinûçûnê ji bo tevahiya sînorê rêveberiya Raperînê hêsan bikin."

Amaje bi wê jî kir, bi temamkirina van her du projeyan, dê bi dirêjahiya pênc kîlometran be û lêçûna wê jî nêzîkî 4.5 milyar dînar be.

Serokê Şaredariya Raniyeyê diyar kir, projeyeke din ji wan çar projeyên ku razîbûn li ser hatiye dayîn, dirêjkirin û temamkirina cadeya 40 metroyî ya navenda bajarê Raniyeyê ye, ku dirêjahiya wê 2.5 kîlometre ye. Herwiha 12 tax jî dê ji vê projeyê sûd wergirin ku rasterast bi vê cadeyê ve girêdayî ne.

Ehmed Mela Wiso destnîşan kir, bi cîbicîkirina van projeyan, Raniye dê guhertineke temam bi xwe re bibîne. Her wiha çendîn projeyên din jî di qonaxa cîbicîkirinê de ne, mînak projeya qîrkirina pênc taxan ku ji budçeya veberhênanê ya Wezareta Şaredariyê tê cîbicîkirin û nêzîkî 10% ji qonaxên wê hatiye qedandin.

Diyar kir jî, projeyek bexşandinê jî heye, ku cadeya du-rê ya Raniye-Serkeperan e û %60 ji projeyê hatiye cîbicîkirin û heta payîza îsal dê aliyekî wê bikeve xizmeta welatiyan.

Ehmed Mela Wiso di dawiyê de got: "Bi cîbicîkirina van rêyan, hem yên di nav bajêr de hem jî yên derveyî bajêr, Raniye dê derbasî qonaxeke din a xizmetguzariyê bibe."