Ji bo mitînga Roja Aştiyê ya Cîhanê banga beşdarbûnê hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî mîtînga Roja Aştiyê ya Cîhanê ya 1'ê Îlonê bibin, ku dê di 31'ê Tebaxê de li Meydana Rihtimê ya navçeya Kadikoyê ya Stenbolê were lidarxistin. 

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê îro 27ê Tebaxê daxuyanî da û pankarta  "Li dijî şer û kedxwariyê dê demokrasî û aştî biser keve" hilda. Parlamentera Partiya DEM’ê ya Stenbolê, Ozgul Sakî jî beşdarî daxuyaniyê bû.

Banga Tevlibûna Mîtîngê

Hevberdevkê Platforma Şaxan a Stenbolê ya KESK'ê Ertugrul Eroglû di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, şer û pevçûn rê li ber zêdebûna kedxwariyê vedikin, xweza û qadên jiyanê tune dikin. Eroglû got: "Li dijî hemû tovên nefretê yên ku li seranserê cîhanê hatine çandin, li dijî dijminatiya di navbera gelan de hatiye avakirin, em aştiyê dixwazin. Em dixwazin gel bi wekhevî û demokratîk bijîn."

Eroglû destnîşan kir, ji bo gelên li welatê me bi hev re û bi aştiyane bijîn, û ji bo pêşketina têkoşîna bi vê boneyê, derfetên dîrokî çêbûne. Lê belê, wî rexne li desthilatdariya siyasî kir û got ku tevî vê qonaxê jî ew hewl dide mijara girtiyên siyasî, sepanên qeyûm, bikaranîna darazê û gefên li ser muxalefetê weke rewa nîşan bide.

Ertugrul Eroglû di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: "Tevî derdorên ku encamên şer jiyan, em ê li dijî polîtîkayên qirkirin û şer, têkoşîna aştiyê ya girseyî mezin bikin. 

Herwiha got: "Tekane rêya ku gelên me di nava ewlehî û aramiyê de bijîn, aştî ye. Ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanê, em ê di roja 31'ê Tebaxê saet di 15:00'an de li Kadikoyê bin. Dê cîhaneke bêşer û bêkedxwarî bi destên me bê avakirin. Em banga tevlibûna mîtîngê û mezinkirina hêviyê li we dikin."

 
Fly Erbil Advertisment