Çandiniya Dihokê: Simaq bûye “Zêrê Sor” ê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Herêma Kurdistanê îsal di berhemanîna simaqê de, pêşketineke berçav tomar kiriye, ku ev yek weke "zêra sor" tê binavkirin û li gorî sala borî rêjeya wê ji sedî 20 zêde bûye.
Rêveberê Giştî yê Çandinî yê Dihokê Ehmed Cemîl îro 27ê Tebaxê di daxuyaniyek taybet de ji Kurdistan24 re ragihand, rûbera zeviyên ku bi simaqê hatine çandin gihîştiye 12 hezar û 550 donim.
Cemîl diyar kir ku tê pêşbînîkirin îsal tevahî berhema simaqê bigihîje 7 hezar û 480 ton, ku ev jî li gorî sala borî %20 zêdebûnek nîşan dide.
Li Herêma Kurdistanê sê cureyên sereke yên simaqê tên berhemanîn: simaqê spî, sor û Balikî. Ahmed Cemîl amaje bi nirxên wan kir:
- Simaqê Spî: Bihayê wê ji bo her kîloyekê digihîje nêzîkî 7 hezar dînaran.
- Simaqê Sor: Bihayê wê nêzîkî 5 hezar dînaran e.
- Simaqê Balikî: Bihayê wê di navbera 5 hezar û 500 heta 6 hezar dînaran de ye.
Ev bihayên baş li bazarên herêmê, dibin sedem ku cotkar bêtir girîngiyê bidin çandiniya simaqê.
Ahmed Cemîl herwiha eşkere kir ku heta niha Herêma Kurdistanê 665 ton simaq hinardeyî Tirkiyeyê kiriye. Ev jî nîşaneya daxwaziya zêde ya li ser simaqê Kurdî li bazarên navneteweyî ye.
Herwiha destnîşan kir, li Akrê kargehek heye ku simaqê berhem tîne û hinardeyî derveyî Kurdistanê dike, ku ev yek ji bo geşkirina aboriya herêmê gaveke girîng e.