Herêma Kurdistanê rola xwe ya sereke di projeya Rêya Pêşxistinê de tekez dike

Ano Cewher
Ano Cewher

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi rayedarên Hikûmeta Iraqê re projeya Rêya Pêşxistinê û hin mijarên din nîqaş kirin.

Şandeke payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Veguhastin û Gihandinê Ano Cewher îro (Çarşem, 27ê Tebaxa 2025ê) gihîşt Bexdayê, da ku projeya stratejîk a Rêya Pêşxistinê bi rayedarên Hikûmeta Iraqê re nîqaş bike.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Plankirinê Mihemed Elî Temîm û Wezîrê Veguhastinê Rezaq Sadawî û hejmareke rayedarên peywendîdar ên Hikûmeta Iraqê re civiya.

Wezîrê Veguhastin û Gihandinê Ano Cewher ji Kurdistan24ê re ragihand ku civînên wan erênî bûn û got, "Di wan civînan de li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, tekez li ser nêrîna fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser projeya stratejîk a Rêya Pêşxistinê hat kirin.”

Ano Cewher amaje jî da, "Wê şandê ron kir ku ji hêla teknîkî ve, rêya Herêma Kurdistanê ya ber bi rojhilatê Çemê Dicleyê ve rêyeke kurttir e û xerciyên wê jî kêmtir in, herwesa ji aliyê ewlehiyê jî ve ji wê rêya biyabanî parastîtir e ya ku ji hêla aliyên din ve tê pêşniyarkirin, ku dixwazin di rojavayê Çemê Dicleyê re derbaz bibe.”

Navbirî eşkere jî kir ku, wan li hev kiriye ku raporteke berfireh pêşkêşî komîteya Bexdayê bikin, ku tê de aliyên erênî yên derbazbûna vê projeyê di Herêma Kurdistanê re û bi taybetî di nahiyeya Rizgariyê ya girêdayî Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê re û ji wê derê jî ber bi Tirkiyeyê ve bi berfirehî bên berçavkirin. Wan herwesa ji wê komîteyê xwestiye ku, serdana wî cihê pêşniyarkirî bike.

Wezîrê Veguhastin û Gihandinê tekez jî kir, "Nabe ku projeya Rêya Pêşxistinê bêyî Herêma Kurdistanê bê bicîhanîn ji ber ku heke ew di Herêma Kurdistanê re derbaz nebe, rêyek din tune ye ku bigihîje Tirkiyeyê.”

Ano Cewher herwesa got, "Li şûna ku 10 an 12 kîlometreyan di Kurdistanê re derbaz bibe, em dixwazin ku ew rê di deşta Neynawayê re derbaz bibe û pêkhateyên cihêreng ên ku di bin destê DAIŞê de li wê deverê gelek êş kişandiye ji wê projeyê feydeyî werbigirin, û di dû re bê devera Sêmêl û Dihokê û ber bi Zaxoyê ve biçe."

Navbirî di derheqa projeya şemendefirê de jî eşkere kir ku, ew bi hevahengî bi Wezareta Avedankirin û Xwecihkirinê re li ser wê projeyê jî dixebitin û şîrketeke Spanyayî dîzayn jî jê re danaye. Her dema ku şert û mercên darayî guncayî bin, tavilê dê dest bi bicîhanîna wê projeyê jî bê kirin, çi bi rêya veberhênanê çi jî bicîhanîna rasterast.