Partiya Deweyê: Pejirandina qanûna Heşda Şeibî ji ber dema neguncayî hat paşxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Partiya Deweyê ya Îslamî li Encûmena Nûnerên Iraqê ragihand ku, sedema vekişandina projeqanûna Heşda Şeibî tenê ji ber neguncayîbûna demê ye û ti peywendiya wê bi ti helwest û givaştinekê ve tune ye.
Endamê Partiya Deweyê ya Îslamî li Encûmena Nûnerên Iraqê Arif Hemîmî ji malpera Kurdistan24ê re got, "Dema pêşkêşkirina pirojeqanûna Heşda Şeibî li dawiya gera pêncê ya Encûmena Nûneran bû, ji ber vê yekê ew projeqanûn bi razîbûna hemî aliyan hat vekişandin û heta gera nû ya Encûmena Nûnerên Iraqê dest bi karê xwe dike, li bernameya civînên wê nayê zêdekirin."
Arif Hemîmî amaje jî da, "Her çend ew projeqanûn hat vekişandin jî, lê em wekî Partiya Deweyê alîgirên pejirandina wê bûn. Niha jî her gava ku ew projeqanûn ji nû ve ji Encûmena Nûnerên Iraqê re bê pêşkêşkirin û li bernameya civînên wê bê zêdekirin, Partiya Deweyê dê piştgirîya wê bike û dê dengê xwe bide wê."
Navbirî di derheqa gefên Amerîkayê yên li dijî Iraqê de li ser bizava pejirandina projeqanûna Heşda Şeibî red kir ku, biryara vekişandina wê projeqanûnê ji Encûmena Nûneran ti peywendiya wê bi ti gef an jî givaştineke derveyî ve hebe, berî hemiyan jî haydariyên Amerîkayê.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan jî duhî (Sêşem, 26ê Tebaxa 2025ê) her li ser gengeşeyên navxweyî yên hêzên Şîeyan li ser pejirandina pirojeqanûna Heşda Şeibî got, “Givaştinên berdewam ên Amerîkayê bûne sedem ku, partiyên Şîe red bikin ku projeqanûna li ser avahiya Heşda Şeibî bipejirînin.” Eşkere jî kir, “Di civîna dawiyê ya Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan de, biryar hatiye dayîn ku ew projeqanûn ji Encûmena Nûnerên Iraqê bê vekişandin.”
Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje jî da ku, ew biryar ji ber gefên cidî yên Amerîkayê ye, ku amaje daye wê yekê ku eger ew projeqanûn bê pejirandin, ew dê komên çekdar bikin armanc û dê cezayên giran li ser dezgehên fermî yên Iraqê bisepînin.