Numan Kurtulmuş: Pêvajoya Aştiyê qonaxên baş birîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê amaje da ku, dema wê yekê hatiye ku nifşên nû xûka şer û pevçûnan nedin. Tekez jî kir, “Dem hatiye ku em êdî çekan veşêrin, ne zarokan.”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş îro (Çarşem, 27ê Tebaxa 2025ê) ragihand, “Danana çarçoveyeke qanûnî ya guncayî ji bo Pêvajoya Aştiyê hewcedariyeke girîng e û amadekirina jêrxaneya qanûnî ji bo qonaxa bê dê pir girîng be. Armanca komîsyonê zêdekirina razîbûna giştî li Tirkiyeyê ye, berpirsiyariyeke mezin li ser milên her kesî heye ku vê pêvajoyê pêk bîne.”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê herwesa got, "Li gorî pêvajoyên aştiyê yên li welatên din, tenê di dema neh mehan de gelek pêşketin di vê pêvajoyê çê bûne. Tirkiye bizavê dike ku, vê pêvajoyê bi modeleke cuda bi cîh bîne."
Numan Kurtulmuş amaje jî da, “Di rûniştina hefteya borî de, me guhdariya Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û kesûkarên şehîdan kir. Wan xûka nexweşî û aloziyan daye, lê niha nabe ku ev nifş xûka wan bide û dem hatiye ku em êdî çekan veşêrin, ne zarokên wan.”
Civîna yekê ya Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê ya girêdayî biserxistina Pêvajoya Aştiyê ya nû seet 11:00 ê sibeha roja Sêşemê (5ê Tebaxa 2025ê) hat destpêkirin. Navê wê komîsyonê bû Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekîtiya Neteweyî.
Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekîtiya Neteweyî ya Parlamentoya Tirkiyeyê civîna xwe ya duyê jî li roja Înê (8ê Tebaxa 2025ê) li dar xist.
Komîsyona Parlementoya Tirkiyeyê ya girêdayî pêvajoya aştiyê ji 48 endaman pêk tê; ku ji AK Partiyê re 21 endam, ji CHPê re 10 endam, ji Dem Partî û MHPê re 4 endam, ji IYI Partî û Yeniyolê re 3 endam hatine diyarkirin û ji her partiyeke din a ku fraksiyonên wan tune ne re jî yek endam hatiye diyarkirin.