Li Çomanê mînek teqiya; kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmareke mînan li qezaya Çomanê ya başûrê Kurdistanê bi çend welatiyan ve teqiya, kuştî û birîndar hene.

Piştî nîvroya îro (Çarşem, 27ê Tebaxa 2025ê) li zozanên Xwarî Mîranê li binarê çiyayê Helgurdî li qezaya Çomanê ya başûrê Kurdistanê, hejmareke mînan bi çend welatiyan ve teqiya.

Rêveberê Nexweşxaneya Giştî ya Çomanê Mihemed Cebar ji peyamnêrê Kurdistan24ê Teyfûr Mihemed re ragihand, “Welatiyek di wê rûdanê de miriye, navê wî Karzan Mîrza ye û 25 salî ye.”

Rêveberê Nexweşxaneya Giştî ya Çomanê herwesa got ku, qurbaniyên wê rûdanê xelkê gundê Nawendeyê yê devera Balekayetiyê ne û tîmên wan gihîştine cihê wê rûdanê.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Teyfûr Mihemed amaje jî da ku, ew mîn bermahiyên şerê heştsalî yê di navbera Iraq û Îranê de ne.

Li gorî amarên Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mînan - Hewlerê, îsal li Herêma Kurdistanê 13 welatî bi ber mînan ketine; şeş ji wan mirine û heftên din jî birîndar û seqet bûne.