Cadeya dualî ya Derbenda Ranya-Jarawayê tê temamkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê biryar da ku, gojimê çêkirina cadeya dualî ya Derbenda Ranya-Jarawayê xerc bike, ku yek ji projeyên rêyan ên herî girîng ên Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê ye.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 27ê Tebaxa 2025ê) ragihand, “Bi razîbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 32 milyar û 373 milyon û 493 hezar dînar bi merema bicîhanîna projeya çêkirina cadeya dualî ya Derbenda Ranya-Jarawayê hatin xerckirin.”

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê amaje jî da ku, ev yek ji bo berjewendiya giştî û kêmkirina rûdanên trafîkê û pêşkêşkirina zêdetir xizmetan ji welatiyên Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê bû.

Rêveberê Giştî yê Rê û Avedankirin û Xwecihkirinê yê Raperînê Omêd Heme Elî jî ji Kurdistan24ê re got, “Ev rê yek ji projeyên rêyan ên herî girîng ên Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê ye.”

Omêd Heme Elî eşkere jî kir, “Me pêştir ev proje ji bo pejirandinê kiribû di plana 2025ê de, ji ber ku ew girîng e. Dema ku temam bibe, ew dê navendên herdu qezayên Ranya û Pişderê bi rêyeke dualî û bikalitî bi hev re girê bide.”

Dirêjahiya cadeya dualî ya bendera Ranya-Jarawayê 14 kîlometr e û dê heşt pir tê de hebin.