120 milyar dînar li ser hejmara bankê yê Wezareta Darayî ya Federal hat razandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê ragihand, dahata ne-petrolê ya Herêma Kurdistanê ya ji bo meha Hezîranê, li ser hesabê banka Wezareta Darayî ya Federal hate razandin.
Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê îro 28'ê Tebaxê di daxuyaniyekê de eşkere kir, dahata ne-petrolê ya Herêma Kurdistanê ya ji bo meha Hezîrana sala (2025) ku bi qasî 120 milyar dînar e, bi şêweyekî nextî li ser hesabê banka Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal li şaxê Hewlêrê yê Banka Navendî ya Iraqê hate razandin.
Çavkaniyekê roja 27'ê Tebaxê ji K24 re ragihandibû, dibe ku roja 28'ê Tebaxa 2025'an, Wezareta Darayî ya Federal mûçeya meha şeşan a karmendên Herêma Kurdistanê bide. Wî gotibû: "Her gava ku Wezareta Darayî ya Federal mûçeyê bişîne, ew ê rasterast dest bi dabeşkirina mûçeyan bikin."
Di civîna asayî ya Encûmena Wezîran a Iraqê de ku roja Sêşemê pêk hat, yek ji mijaran pirsa mûçeya meha Hezîranê ya karmendên Herêma Kurdistanê û destpêkirina proseya hinardekirina petrolê bû.
Di civînê de, Wezîra Darayî ya Iraqê Tayf Samî hatibû erkdarkirin ku dest bi rêkarên dayîna mûçeya meha şeşan a karmendên Herêma Kurdistanê bike.
Tê çaverêkirin ku pereyên pêwîst ji bo dabeşkirina mûçeyan li ser hesabê banka Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê li şaxê Hewlêrê yê Banka Navendî ya Iraqê werin razandin.