Mafên girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Bexda wekhev dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Iraqê yasayek nû derxist û li gorî wê, dê maf û îmtiyazên girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, wek yên Bexdayê bibin.

Yasa hejmar 4 a sala 2006an a Parlamentoya Iraqê, bi giştî behsa maf û îmtiyazên girtiyên siyasî dikir. Piştre di sala 2013an de bi yasaya hejmar 34 hate guhertin û di van rojên borî yên sala 2025an de, careke din hate guhertin û komek maf û îmtiyazên nû ji bo Girtiyên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê hatin peydakirin.

Rêveberê Girtiyên Siyasî û Malbatên Şehîdan li Wezareta Şehîdan û Enfalbûyan a Herêma Kurdistanê Ehmed Mam Resûl îro 28ê Tebaxê ji K24 re ragihand, piştî hewldanên mezin ên Wezareta Şehîdan û Enfalbûyan ligel Komîteya Şehîdan û Girtiyên Siyasî yên Parlamentoya Iraqê, di dawiyê de ev biryar hate girtin.

Ehmed Mam Resûl destnîşan kir, li Kurdistanê, li gorî yasaya hejmar 11 a sala 2011an, maf û îmtiyaz didan Girtiyên siyasî, lê di warê mûçeya mehane de cudahiyeke mezin di navbera wê û yasaya Iraqê de hebû. Li Kurdistanê, zêdetirîn mûçe 500 hezar dînar bû, lê li parêzgehên din ên Iraqê yek milyon û 200 hezar dînar bû. Her wiha got jî, di warê îmtiyazên yasayê de jî, li gorî Herêma Kurdistanê, îmtiyazên zêdetir dabûn Girtiyên siyasî yên Bexdayê.

Rêveberê Girtiyên Siyasî yên Herêma Kurdistanê diyar kir, ji ber ku madeya 15emîn a yasaya guhertî Herêma Kurdistanê jî digire nav xwe, hemû Girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dê xwedî maf û îmtiyazên wekî yên Bexdayê bin, ku ev jî wek gaveke erênî tê dîtin.

Ehmed Mam Resûl her wiha got, niha karê Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan a Hikûmeta Kurdistanê ye ku bi hevkariya Encûmena Wezîran, ligel Hikûmeta Federal danişînekê lidar bixe ji bo gotûbêjkirina hemû hûrgiliyên vê mijarê, û ji bo vê armancê wan vexwendiye.

Da zanîn, her kesê xwedî belgeya fermî ya girtinê be, li gorî yasayê wek zîndanîyekî siyasî tê hejmartin. Her wiha destnîşan kir, li gorî biryareke Dadgeha Federalî, divê kesek ji du yasayên mîna hev li Kurdistan û Hikûmeta Iraqê sûd wernegire. Ji bo vê yekê, wan belgeyên paqijkirinê amade kirine da ku ew bikarin beşa mafên xwe yên mayî ji Hikûmeta Iraqê wergirin.

Derbarê awareyên Helebceyê yên ku çûbûn Îranê û belgeyên wan hene de, Ehmed Mam Resûl got, diviya wan jî sûd wergirtana, lê Hikûmeta Federal di vî warî de xemsar bûye. Wî anî ziman ku ew dikarin bi rêya aliyên peywendîdar mafên wan vegerînin, mîna awareyên Iraqê yên li Refha, ku ew jî sûdmend bûne.

Herwiha eşkere kir, wan gelek hewl dane bi rêya gotûbêjên xwe ligel Wezareta Şehîdan û Enfalbûyan a Hikûmeta Federal ku mafên kêmendamên senger jî ji wan re vegerin û soz girtine ku îro ev babet bikeve dengdanê.

Guhertina vê yasayê û proje-yaseyên din ên Iraqê ligel Herêma Kurdistanê, dê xwedî bandoreke erênî be û ji niha û pê ve ti cudahî di mafên di navbera wan de namîne.