Serokê Muxaberata Iraqê û Serokê Sûriyeyê li ser mijarên ewlehiyê nîqaş kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dezgeha Muxaberata Iraqê serdana Sûriyeyê kir, bi serokê wî welatî re civiya û li ser çend mijarên têkildarî terorê û ewlehiya sînorên di navbera herdu welatan de nîqaş kirin.

Serokê Dezgeha Muxaberata Iraqê Hemîd Şetrî li ser pêşniyara Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Pêncşem, 28ê Tebaxa 2025ê) serdana Sûriyeyê kir, bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re civiya û herdu aliyan li ser çend mijarên têkildarî ewlehiya sînorên di navbera Iraq û Sûriyeyê de û nehêlana terorê û rewşa revenda Iraqî li Sûriyeyê nîqaş kirin.

Hamîd Şetrî di pareke din a civîna xwe de bi Ehmed Şera re behsa zêdetir hevahengiya di navbera hêzên ewlehiyê yên herdu welatan de û tenahiya deverê kir.

Şandeke Iraqî bi serokatiya Hemîd Şetrî li roja Pêncşemê (26ê Berçileya 2024ê) jî serdana Şamê kiribû û bi Ehmed Şera re civiyabû. Mijareke sereke ya wê civînê jî girêdayî "komên çekdar" bû.

Çavkaniyekê ji medyaya Iraqî re ragihandibû ku, herdu aliyan piştî temambûna danûstandinên fermî li ser çend girtiyên komên çekdar ên li Şamê nîqaş kiribûn, ku ji hêla rayedarên nû yên Sûriyeyê ve bên berdan.

Mijareke din a wê civînê jî hebûna cenazeyên hejmareke Iraqiyan li Sûriyeyê bû û tekez li ser bizavên dîtina cenazeyan hatibû kirin.

Medyaya Iraqî ragihandibû ku, ew serdana şanda Iraqê li bin givaştinên Amerîkayê bû û armanc ew bû ku, Iraq xwe bi rewşa nû ya Sûriyeyê re biguncîne.

 
Fly Erbil Advertisment