Omêd Ehmed: Zêdetirî 3,222 jeneratoran ji ber projeya Ronakiyê hatine vemirandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da ku, elektrîka 24 seetî gihîştiye tevahiya navenda bajaran bi tevahiya parêzgeha Helebçeyê ve.

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Omêd Ehmed îro (Pêncşem, 28ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Ji bo cara yekê li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê, parêzgeha Helebçeyê bi tevahiya bajark û komelgeh û navenda xwe ve bû xwediya elektrîka 24 seetî.”

Omêd Ehmed herwesa got, “Em niha li parêzgeha Hewlêrê deverên nû çare dikin. Nêzîkî çar milyon welatî û milyonek hevparan ji projeya Ronakiyê feyde wergirtiye. Li Herêma Kurdistanê nêzîkî du milyon hevparên elektrîkê hene, ku dibe 50%. Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ku heta dawiya sala 2026ê, tevahiya Herêma Kurdistanê elektrîka 24 seetî hebe. Tîm pir baş dixebitin û di navbera wan de gelek hevahengî heye.”

Navbirî amaje jî da, “Zêdetirî sê hezar û 222 jeneratoran hatine vemirandin. Tê plankirin ku heta piştî şeş mehan bimînin, da ku di rewşa her pirsgirêkeke teknîkî de alîkariya me bikin. Piştî şeş mehan, hemî jenerator dê bi tevahî bên rakirin.”

Berdevkê Wezareta Elektrîkê eşkere jî kir, “Navendên parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê îşev bi temamî bûne 24 seetî. Heta ku bigihîje tevahiya Herêma Kurdistanê, dibe ku carinan arêşeya qutbûna elektrîkê ya demkî çê bibe, lê hemî dê bê çareserkirin û li paşerojê ti pirsgirêkek namîne.”

Omêd Ehmed herwesa ragihand, “Bihayê elektrîka 24 seetî li Helebçeyê, mîna hemî deverên din ên Herêma Kurdistanê, li Encûmena Wezîran biryar li ser hatiye dayîn û di rewşa guhertina bihayê wê de Encûmena Wezîran dê biryarê li ser bide.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 28ê Tebaxa 2025ê) ragihand, “Nêzîkî çar milyon welatiyan û zêdetirî 115 hezar cihên bazirganî li seranserî Herêma Kurdistanê niha bi rêya projeya Ronakiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê elektrîka 24 seetî heye.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Ez bi kêfxweşî radigihînim ku, Helebceya xweşevî parêzgeha yekê ye ku elektrîka wê bi temamî bûye 24 seetî û li Kurdistanê pîroz e.”