Hakan Fîdan: Divê tenê yek hêza çekdar li Sûriyeyê hebe

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê di bernameyeke televîzyonê de amaje da ku, ew dixwazin ku tenê yek hêza çekdar li Sûriyeyê hebe, lê komên din dikarin nasname û zimanê xwe biparêzin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di bernameyeke televîzyonê de ragihand, "Li Sûriyeyê gelek partiyên Kurdî hene ku dostên Tirkiyeyê ne."

Hakan Fîdan amaje jî da ku, “Piştî daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, hin endamên ENKSê bi rayedarên Tirkiyeyê re têkilî danîn û alîkarî ji Tirkiyeyê xwest.”

Navbirî tekez jî kir, “Em dê piştgiriyê bidin wan aliyan ên ku ji bo çi kesekî pirsgirêkan çê nakin û herwesa dema ku dijminatî li beranberî me nebe, em dê dijminatiya çi kesekî nekin. Lê dema ku metirsî li ser sînorên me çê bû, em destwerdanê dikin.”

Fîdan bi ronî eşkere kir ku, ew tenê yek hêza çekdar li Sûriyeyê dixwazin, lê komên din dikarin nasname û zimanê xwe biparêzin.

 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment