Tirkiyeyê têkiliyên aborî û bazirganî bi Îsraîlê re qut kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê di civîna parlementoya welatê xwe de ku girêdayî rewşa Xezzeyê bû ragihand, “Me têkiliyên xwe yên aborî û bazirganî yên bi Îsraîlê re bi tevahî qut kirin.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro (În, 29ê Tebaxa 2025ê) di civîna parlementoya welatê xwe de ku girêdayî rewşa Xezzeyê bû ragihand, “Em dê asîmanê xwe ji balafirên Îsraîlê re bigirin.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan herwesa got, “Me têkiliyên xwe yên aborî û bazirganî yên bi Îsraîlê re bi tevahî qut kirin û em dê nehêlin ku keştîyên Tirkiyeyê bikevin benderên Îsraîlê.”
Hakan Fîdan herwesa got, “Îsraîl naxwaze Sûriye welatekî bihêz be. Em li dijî wê planê ne ya ku pêşniyar dike ku gelê Filistînê ji Xezzeyê bê derxistin. Planeke wisa ji bo me ti nirxeke wê tune.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê amaje jî da, “Ew tawanên hovane yên ku Îsraîl li Xezzeyê dike wekî yek ji rûpelên herî tarî yên dîroka mirovahiyê hatine tomarkirin.”