Sirwa Ebdulwehîd bi tometa 'Navzêrandinê' were darizandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Temyîzê ya Silêmaniyê bi tometa "navzirandinê" bangnameyek fermî ji bo Seroka Frakisyona Tevgera Newey Niwê (Nifşê Nû) ya li Parlamentoya Iraqê Sirwa Ebdulwahid, şand. 

Doz ji aliyê nûnerê yasayî Surên Ebubekir Arif ve hatiye vekirin û dadgehê bi rêya nivîseke fermî Serokatiya Parlamentoya Iraqê ji rewşê agahdar kiriye.

Di bangnameyê de, ku di 1ê Tîrmeha 2025an de ji aliyê dadwer Kemal Reza Ehmed ve hatiye îmzekirin, ji Sirwa Ebdulwahid tê xwastin ku roja Sêşemê, 23ê Berçileya 2025an, li Dadgeha Ceza ya Silêmaniyê/2 amade be.

Ev gazîkirin li ser bingeha Madeya 433 a Yasaya Cezayê ya Iraqê ya hejmar 111 a sala 1969an hatiye kirin, ku taybet e bi tawanên navzirandinê.

Dadgehê herwiha hişyarî daye ku eger tohmetbar di dema diyarkirî de amade nebe, dê li gorî yasayê rûbirûyî rêkarên pêwîst bibe.

Madeya 433, yek ji wan madeyên yasayî ye ku bi berfirehî di dozên "navzirandin" û "sivikayetiyê" de tê bikaranîn û rê dide her kes an saziyekê ku hest bike bêrûmetkirin lê hatiye kirin, gilî tomar bike.