Çiyavanî li Akrê: Welatî û geştyar berê xwe didin sirûşt û dîroka wê
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi sirûşta xwe ya balkêş û şûnwarên xwe yên dîrokî, devera Akrê roj bi roj zêdetir bala çiyavan û geştyaran dikişîne. Komek ji welatî û geştyaran, bi mebesta werziş û naskirina dîroka herêmê, serdana Keleha dîrokî ya Akrê kirin.
Koma çiyavanan, ku ji temenên cuda pêk dihatin, di saetên serê sibê de dest bi rêwîtiya xwe ya ber bi lûtkeya Keleha Akrê ve kirin. Beriya ku dest bi meşê bikin, ji aliyê rêberekî ve derbarê taybetmendiyên sirûştî û dîrokî yên deverê de agahî wergirtin.
Ev geşt ne tenê ji bo werzişê bû, belkî armanceke wê ya çandî û dîrokî jî hebû. Ebdulla Îlyas, yek ji beşdarên çalakiyê, got: "Armanca me hem werzişa çiyavaniyê ye, hem jî dîtina van şûnwarên kevnar e. Kela Akrê yek ji kelehên herî dîrokî yên Kurdistan û cîhanê ye."
Herwiha, şûnwarnas Nader Rustî ku di nav komê de bû, amaje bi girîngiya naskirina dîroka welatê xwe kir û got: "Arezûya me ew e ku em şaristaniya xwe ya rabirdû bibînin. Me çend caran serdana Kela Akrê kiriye, lê me ev şûnwarên ku li vir in nedîtibûn."
Nîzam Feysel, çiyavanekî din, destnîşan kir ku çiyavanî ji werzişê wêdetir e û got: "Werzişa çiyavaniyê ne tenê werziş e, belkî komek babetên din ên çandî jî dihewîne. Yek ji wan, naskirina me ya bi hemû sirûşta Kurdistanê re ye."
Werzişa çiyavaniyê sal bi sal li Herêma Kurdistanê berfirehtir dibe. Ev çalakî ne tenê ji bo tenduristiya laşî, lê herwiha ji bo xurtkirina hevaltî, nêzîkbûna ji sirûştê û dîtina bedewiya welat dibe derfeteke giring.