Sîpan Hemo şert û rêbazên yekxistina HSD û artêşa Sûriyeyê diyar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo, derbarê nîqaşên li ser yekxistina hêzên leşkerî li Sûriyeyê de, helwesta HSDê aşkere kir û ragihand, ew yekxistina li ser bingeha xweradestkirinê red dikin û tenê " yekxistina demokratîk" qebûl dikin. 

Di hevpeyvîneke taybet de, Sîpan Hemo diyar kir, têgihîştina HSDê ya ji bo " yekxistinê" ji ya aliyên din cuda ye û got, "Yekxistina herî baş ew e ku bi îradeya gelan û li ser bingeha hişmendiyeke azad pêk tê. Lê belê, nêrîna li Şamê serwer e, li ser esasê 'Divê her kes tevlî dewleta navendî bibe' hatiye avakirin. Ev hişmendiyeke bîatkirinê ye û nikare hemû civakê hembêz bike."

Herwiha Sîpan Hemo hikûmeta Şamê bi valaderxistina Peymana 10ê Adarê tawanbar kir û amaje bi komkujiyên li dijî gelê Elewî li herêma Beravê û êrîşên li ser Suweydayê kir û herwiha reşnivîsa destûrî ya yekalî û bêbeşdarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hilbijartinan, weke delîlên vê hişmendiya dûrî demokrasiyê bi nav kir.

"Artêş neynika sîstema siyasî ye"

Sîpan Hemo tekez kir, beriya nîqaşkirina yekxistina artêşê, divê sîstema siyasî ya welat were çareserkirin. Li gorî Hemo, artêş neynika sîstema siyasî ye û divê li ser qanûnên demokratîk were avakirin û got "Heya ku di qanûnan de guhertinên bingehîn çênebin û sîstemeke siyasî ya nenavendî ku mafê hemû pêkhateyan (Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Elewî, Durzî) nas dike, neyê avakirin, nîqaşkirina entegrasyona HSDê bêwate ye." wî 

Herwiha Sîpan Hemo da zanîn, HSD bi ezmûna xwe ya mezin a di şerê dijî DAIŞê û rejîma Beisê de, dikare bibe bingeha artêşeke nû û pîşeyî ji bo tevahiya Sûriyeyê. Wî weke gaveke destpêkê pêşniyara avakirina "meclîseke leşkerî ya hevbeş" bi artêşa hikûmeta Şamê re kir, lê destnîşan kir ku pêkanîna vê yekê bi vîna siyasî ve girêdayî ye.

Rola hêzên derve û banga li Tirkiyeyê

Derbarê rola hêzên navdewletî de, Sîpan Hemo berpirsiyariya sereke xiste stûyê Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkayê û bang li wan kir ku ji bo gelê Sûriyeyê jî heman pîvanên demokratîk ên ku ji bo xwe dixwazin, bipejirînin.

Hemo bi taybetî bang li Tirkiyeyê kir û got: "Me weke HSD ti carî ji dewleta Tirk re gef ava nekiriye. Ger Tirkiye li Sûriyeyê aştî û aramiyê dixwaze, divê hebûna Kurdan ji bo xwe weke xeterî nebîne. Divê bawer bike ku Kurd bingeha demokratîkbûna Sûriyeyê ne."

 
 
 
Fly Erbil Advertisment