690 milyar dînar li hejmara Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê hat razandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî agahiyan, Bexdayê dest bi rêkarên şandina mûçeyê meha Hezîranê ya fermanberên Herêma Kurdistanê kiriye. Tê payîn ku tevahiya birê 690 milyar dînaran îro bigihîje Herêmê. Lê di heman demê de, nakokiyên kûr ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser mijara dahatên navxweyî, metirsiyê li ser mûçeyên mehên bê çêdikin.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, rêkarên ji bo şandina 690 milyar dînaran dest pê kirine û tê çaverêkirin ku Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî sibe lîsteya dabeşkirina mûçeyan belav bike.
Du şandên girîng ji Hewlêrê diçin Bexdayê
Li aliyekî din, biryar e ku vê hefteyê du şandên payebilind ên Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bikin. Şandek dê li ser mijara destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê û çareserkirina astengiyên teknîkî û yasayî gotûbêjan bike.
Şanda duyemîn jî dê li ser pirsgirêka dahatên navxweyî, ku bûye xala sereke ya nakokiyan, ligel hikûmeta federal bicive.
Nakokiya sereke, li ser şîrovekirina yasaya budceyê ye. Li gorî yasayê, divê Herêma Kurdistanê %50 ji dahatên xwe yên navxweyî radestî Bexdayê bike. Lê belê, Wezareta Darayî ya Federal rijd e ku divê tevahiya dahatên navxweyî yên Herêmê radestî xezîneya dewletê were kirin.
Ji ber vê yekê, heta niha di navbera her du aliyan de ti rêkeftinek çênebûye. Li gorî zanyariyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye ku ew ne amade ye tevahiya dahatê radest bike, Bexda jî dibêje ku ew tenê beşek ji dahatê qebûl nake.
Tê pêşbînîkirin ku eger ev girêk venbe, her du alî ji bo çareserkirina kêşeyê serî li Dadgeha Federalî bidin. Ev yek jî dibe sedem ku pirsgirêk ji bo şandina mûçeyên mehên pêş jî derkevin û careke din mûçeyê fermanberan bikeve ber metirsiyê.