Dest bi belavkirina 2500 parçe erd li ser fermanberên Mexmûrê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgeha Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, îro 31ê Tebaxa 2025an, li Rêveberiya Giştî ya Şaredariyan, dest bi dabeşkirina erdan li ser fermanberên sînorê navçeya Mexmûrê tê kirin.

Li gorî daxuyaniyê, dê ji bo zêdetirî 2500 parçe erd, pîşke were avêtin û ev erd dê li ser fermanberên navçeya Mexmûrê û bajarokên Dîbege û Qereçê bên belavkirin. 

Ev pêngav weke beşek ji pêvajoyeke berfireh a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina xanî û erd ji bo fermanberan tê.

Hat eşkerekirin, ev pêngav di çarçoveya cîbicîkirina biryara Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê de ye, ku di 27ê Adara 2024an de li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatibû derxistin. 

Armanca sereke ya biryarê ew e ku erd li ser hemû wan fermanberan bê belavkirin ku heta niha ji projeyên bi vî rengî sûd wernegirtine.

Beriya niha jî di çend qonaxên cuda de, li sînorê Serokatiya Şaredariya Hewlêrê û Rêveberiya Giştî ya Şaredariyên Hewlêrê, erd li ser fermanberan hatibû belavkirin. 

Hat tekezkirin ku ev pêvajo dê berdewam be heta ku hemû fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên mafdar, bibin xwedî erd.