Şaxewan Ebdila: Em her tim piştgiriyê didin cotkarên Kurd

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê serdana cotkarên Kurd ên gundê Pelkaneyê kir da ku pirsa wan ji nêz ve bişopîne, ku li dadgehê gilî li ser wan hatiye tomarkirin.
Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila îro (Yekşem, 31ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Ev ne cara yekê ye ku, pirsgirêk ji bo cotkarên Kurd ên gundê Pelkaneyê li dadgehê tên çêkirin û em çareser dikin.”
Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê tekez jî kir, “Em dê li ser çareserkirina pirsgirêkên ku rûbirûyî wan tên kirin berdewam bin.”
Şaxewan Ebdila herwesa got, "Li ser dawî rêkarên ku tên bicîhanîn, îro me nûçeyek ji cotkarên gundê Pelkaneyê re anî, ku biryareke Encûmena Wezîrên Iraqê ya 19ê Tebaxê ye, bicîhanîna wê biryarê di qonaxên dawiyê de ye.”
Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê amaje jî da, “Tiştê girîng derxistina wê qanûnê bû. Niha çi bikin, bila bikin. Ya girîng ew e ku, ew qanûn hat pejirandin."
Yek ji cotkarên Kurd jî, ku li gundê Pelkaneyê xwediyê erdê ye, ji Kurdistan24ê re ragihand, “Ew pirsgirêkên ku hene li ser erdê ne û çend Erebên hawirdekirî yên serdema rejîma Beisê, ku erd ji cotkarên Kurd standibû, niha hatine û ew peyman pêşkêşî dadgehê kirine. Dadgeh pişta wan digire, lê Şaxewan Ebdila soz daye ku piştgiriyê bide doza me.”