Dem Partî îro hejmareke çalakî û civînên girseyî li dar dixe
Navenda Nûçeyan (K24) - Dem Partî îro ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanî hejmareke çalakiyên girseyî li hejmareke bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dar dixe.
Biryar e Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) îro ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanî li 20 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hejmareke çalakî û mîtîngên girseyî li dar bixe.
Dem Partî bi tevlîbûna hevserokên xwe li Stenbol, Riha, Mêrdîn û Diyarbekirê çalakiyên girseyî li dar dixe. Rayedarên Dem Partiyê eşkere kir ku, ew ji ber pêvajoya aştiyê girîngiyeke mezin didin Roja Aştiyê ya Cîhanî.
Herwesa paneleke taybet duhî (Şemî, 30ê Tebaxa 2025ê) li bajarê Cezîrê jî ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanî hat lidarxistin. Parlamentera berê ya HDPê Sabahat Tuncel di wê panelê de amaje da, “Divê li her çar perçeyên Kurdistanê aştî bê peydakirin û Abdullah Ocalan jî bê berdan.”
Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Abdullah Ocalan li roja 29ê Tebaxa 2025ê di peyameke nû de ragihand, "Ew rêbaza sadekirinê an jî paşguhkirinê, ku ji hêla hin partiyên siyasî û medyayê ve li dijî têkilkirinê hatiye kirin, zirar daye vê pêvajoyê." Ocalan herwesa baweriya xwe ya mezin bi dostaniya herdemî û aştiya di navbera gelan de tekez kir.