Ocalan: Aştiya rastîn tenê bi bêdengkirina çekan çê nabe

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêberê PKKê yê zindanîkirî di peyamekê de tekez kir ku, deriyê serdemeke nû li Tirkiyeyê û li seranserê Rojhilata Navîn vebûye, da ku jiyana aştiyane û demokrasî cihê şer û wêrankariyan bigirin.

Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Abdullah Ocalan îro (Yekşem, 31ê Tebaxa 2025ê) bi helkeftina 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanî, peyamek weşand.

Ocalan di peyama xwe de got, "Banga me ji bo aştî û çareseriya demokratîk ne pêngaveke siyasî ya asayî, lê pêngaveke stratejîk û qonaxeke dîrokî ye."

Navbirî herwesa got, “Hem li Tirkiyeyê û hem jî li seranserê Rojhilata Navîn, deriyê serdemeke nû vebûye, da ku jiyana aştiyane û demokrasî cihê şer û wêrankariyan bigirin. Ev ne tenê daxwazek e, lê rastiyeke berçav e û divê bi derfetên xurt û pêngavên kiryarkî bê bidestxistin.”

Ocalan tekez li ser wê yekê jî kir ku, aştiya rastîn tenê bi bêdengkirina çekan û bidawîkirina şeran nayê bidestxistin. Her gava ku azadî, demokrasî û edaletê hemî qadên jiyanê vegirtin, wê demê aştiyeke rastîn dê bê bidestxistin.

Rêberê PKKê yê zindanîkirî herwesa bang li gelên Kurd û Tirk kir ku, xwedî li vî erkê dîrokî derkevin û herwesa meşa aştî û azadiyê berfirehtir bikin.

Ocalan di dawiya peyama xwe de jî got, “Ez li wê bawerê me ku, her kes cidîtî û hestyariya vê qonaxê fêm dike û bi ruhekî aştîxwazane pêngavan diavêje.”

Şanda Dem Partiyê li roja Pêncşema borî (28ê Tebaxa 2025ê) li ser hevdîtina xwe ya bi Ocalan ra ragihandibû, “Ocalan nirxandineke tevgir ji bo qonaxên pêvajoya aştiyê û rewşa niha ya wê pêvajoyê kiriye.”

Ocalan herwesa ji wê şandê re gotibû ku, wan ew pêvajo bi baldarî bi rê ve biriye da ku bigihîje vê asta niha. Amaje jî daye ku, wan her gav armanc kiriye ku çi ji destê wan tê bikin da ku demeke pir biêş bidawî bînin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment