Elektrîka hemî taxên navenda Silêmaniyê bûye 24 saetî

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya projeya Ronakiyê de, elektrîka hemî taxên navenda Silêmaniyê bûye 24 saetî. Ev yek jî ji bo welatiyan û xwediyên karan bûye sedema hêsankariyeke mezin û pirsgirêka bi dehan salan a elektrîkê û jeneratorên taybet bi dawî kiriye.

Mihemmed Dawid, ku dikanek li taxeke Silêmaniyê heye, yek ji wan kedkaran e yên ku projeya Ronakiyê pirsgirêkeke mezin ji bo wî çareser kiriye. Wî, ku şeş sarincên wî li dikana wî hene û berê mehane nêzîkî 160 hezar dînaran ji bo jeneratora taybet didan, ji Kurdistan24ê re got, "Me berê du sarinc ji ber nebûna elektrîka berdewam vedimrandin û kelûpelên me germ dibûn, lê niha ji ber vê projeyê karên me hêsan bûne û em dikarin bê tirs kar bikin.”

Di qonaxa dawiyê ya vê projeyê de li navenda parêzgeha Silêmaniyê, pênc dever û 32 taxan feyde ji projeya navbirî wergirtiye û elektrîka wan bûye 24 saetî. Yanî niha milyonek û 450 hezar welatiyan ji vê projeyê feyde wergirtiye, di eynî demê de jî zêdetirî 600 jeneratorên taybet li nav wî bajarî hatine vemirandin, ku vê yekê jî bandoreke erênî li ser kêmkirina qerebalixê û pîsbûna jîngehê kiriye.

Welatî jî dilxweşiya xwe bi vê projeyê diyar dikin û wê wekî pêngaveke girîng dibînin. Selah Celal, ku yek ji şêniyên Silêmaniyê ye, ji welatiyan dixwaze ku ji bo dûrketina ji zexta li ser torên elektrîkê, amûrên elektrîkê li dû pêdivîtiya bi kar bînin.

Feydeyekê din ê vê projeyê jî nirxê wê yê guncayî ye. Li gorî zanyaran, piraniya hevparên ku fatûreyên xwe yên elektrîkê wergirtine, kêmtir ji 20 hezar dînaran dane, ku ev jî ji xerciya berê ya jeneratorên taybet pir kêmtir e.

Ji bilî dabînkirina elektrîka 24 saetî, Projeya Ronakiyê feydeyekî zêde ji bo paqijkirina jîngeha wî bajarî û nehêlana dengê bêzarker ê jeneratoran li nav taxan hebûye.

 
Fly Erbil Advertisment