Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji Muhsin Dizeyî re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber wexera dawiyê ya xûşka Muhsin Dizeyî sersaxî ji wî re xwest û hêvî kir ku, Xudayê mezin canê Xudêjêraziyê bi bihuştê şa bike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 31ê Tebaxa 2025ê) bi rêya telefonê ji ber wexera dawiyê ya xûşka Muhsin Dizeyî, sersaxî ji wî kesatiyê tekoşer û navdar ê Kurdistanê re xwest.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî ji Muhsin Dizeyî re xwest û hevxemiya xwe ji wî re diyar kir û hêvî kir ku, Xudayê mezin canê Xudêjêraziyê bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bi malbata wan jî bide.
Li beranberî wê yekê jî, Muhsin Dizeyî li ser navê malbata xwe rêz û spasî ji bo peywendî û hevxemiyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin.