Dadgeha Silêmaniyê.. Pêvajoya wergirtina giliyan li dijî Ecac Ehmed hat destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Lêkolînê ya Silêmaniyê/5 ji bo wergirtina giliyên qanûnî yên kesûkarên Enfalkiriyan li dijî tometbar Ecac Ehmed Herdan hat destnîşankirin û her îro dest bi wergirtina gotinên gilîkeran hat kirin.

Piştî ku Serokatiya Dadgeha Têhelçûnê ya Devera Silêmaniyê, Dadgeha Lêkolînê ya Silêmaniyê/5 ji bo wergirtina giliyên qanûnî yên kesûkarên Enfaliyan li dijî tometbar Ecac Ehmed Herdan hat destnîşankirin, îro (Yekşem, 31ê Tebaxa 2025ê) dest bi rêkarên qanûnî yên wergirtina gotinên gilîkeran hat kirin.

Li gorî zanyarên wê dadgehê, ew pêvajo dê di rojên pêş de jî berdewam be. Herwesa piştî temamkirina rêkaran jî, ew gotin û gilî dê ji Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê re bên şandin.

Dezgeha Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê li roja Înê (1ê Tebaxa 2025ê) di daxuyaniyekê de ragihandibû, “Piştî lêkolînên berfireh ên Îstîxbaratê ku zêdetirî şeş mehan vekêşan, mefrezeyên Ewlekariya Neteweyî li parêzgeha Musenayê bi hevahengiya ewlehiya başûrê Selahedînê yek ji diyartirîn tawanbarên reviyayî yên rejîma berê ya Iraqê li parêzgeha Selahedînê girt, ku navê wî Ecac Ehmed Herdan e û wekî Celadê Zindana Nugre Selmanê tê nasîn.”

Dezgeha Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê amaje jî dabû, “Karên Celadê Nugre Selmanê ev bûn; îşkencedan, kuştin û veşartina bisaxî ya welatiyan û herwesa destdirêjiya seksî jî kiriye ser jinên girtî yên wê zindanê.”

Ecac Ehmed kî ye?

Navê wî yê temam Ecac Ehmed Herdan e û wekî Celadê Zindana Nugre Selmanê tê nasîn, ji eşîra El-Bunasirê ji tîra Nizarê ye. Ew yek ji çavdêrên zindana Nugre Selmanê ya parêzgeha Semaweyê ye û yek ji wan kesan e yên ku li sala 1988ê dest di pêvajoya bednav a Enfalê de hebû.

Ecac piştî hilweşîna rejîma Beisê li sala 2003ê ji Kerkûkê çû Sûriyeyê û li devera Ceremaneyê ya nêzîkî Şamê bi cih bû. Sê kurên wî hene, ku du ji wan endamên rêkxistina teroristî ya Qaîdeyê bûn û di serekî de li devera Zilûiyeyê ya nêzîkî Selahedînê hatin kuştin.

Piştî 37 salan ji tawanên jenosîdkirin û Enfalkirina Kurdan, Ecac Ehmed li roja 31ê Tîrmeha îsal ji hêla Dezgeha Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê ve hat girtin.