Li Ranyayê amadekarî ji bo bicîhanîna projeya Ronakiyê tên kirin

Raperîne
Raperîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Tîmên çarekirina elektrîkê yên Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê li navenda bajarê Ranyayê kampanyayeke çaksaziyan di tora elektrîkê ya wî bajarî de dest pê kiriye û biryar e ku, di destpêka sala bê de projeya Ronakiyê li sînorê wê rêveberiya bê bicîhanîn û elektrîka tevahiya mal û cihan bibe 24 saetî.

Li gorî şopandinên Kurdistan24ê, ev kampanya tayên çarekirina torên elektrîkê li Ranyayê hatiye destpêkirina. Ev jî hemî ji bo amadekariyên berî demsala zivistanê û baranê ne, da ku tora elektrîkê ya wî bajarî bê misogerkirin.

Pareke din a vê çaksaziyê ku hatiye destpêkirin bi amadekariyên bicîhanîna projeya Ronakiyê ve girêdayî ye, ku biryar e di destpêka Sibata 2026ê de ew proje bigihîje sînorê Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê û elektrîk bibe 24 saetî.

Herwesa Rêveberiya Giştî ya Belavkirina Elektrîkê ya Ranyayê jî di daxuyaniyekê de haydarî da welatiyan ku ji ber van çaksaziyên ku wan dest pê kirine, her roj dê elektrîka hin taxên Ranyayê bê qutkirin û ji ber vê yekê, divê welatî di wan deman de jeneratorên elektrîkê bi kar bînin.

50% ya şêniyên Herêma Kurdistanê ji projeya Ronakiyê feyde wergirtiye

Li gorî amara herî dawiyê ya Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, heta niha nêzîkî çar milyon welatiyên Herêma Kurdistanê di çarçoveya projeya Ronakiyê de ji elektrîka 24 saetî feyde wergirtiye, di nav de jî elektrîka sertaserê parêzgeha Helebceyê bûye 24 saetî, bi vî rengî jî Helebce

parêzgeha yekê ya Iraqê û Herêma Kurdistanê ye ku elektrîka wê bûye 24 saetî.

Amara herî dawiyê ya welatî û hevparên projeya Ronakiyê li Herêma Kurdistanê bi vî rengî ye:

Welatî: 3,770,000
Hevpar: 987,000
Hewlêr
Welatî: 1,935,000
Hevpar: 504,000
Silêmanî
Welatî: 1,345,000
Hevpar: 351,000
Dihok
Welatî: 351,000
Hevpar: 94,000
Helebce
Welatî: 139,000
Hevpar: 38,000


Hejmara giştî ya jeneratorên ku hatine vemirandin û bandora wan li ser kêmkirina berdana karbondîoksîtê yên salane bi tonan di projeya Ronakiyê de bi vî rengî ye:

Hejmara jeneratorên ku hatine vemirandin: 3,222
Kêmkirina berdana karbondîoksîtê: 600,000
Hewlêr
Hejmara jeneratorên ku hatine vemirandin: 2,197
Kêmkirina berdana karbondîoksîtê: 410,000
Silêmanî
Hejmara jeneratorên ku hatine vemirandin: 604
Kêmkirina berdana karbondîoksîtê: 112,000
Dihok
Hejmara jeneratorên ku hatine vemirandin: 356
Kêmkirina berdana karbondîoksîtê: 63,000
Helebce
Hejmara jeneratorên ku hatine vemirandin: 65
Kêmkirina berdana karbondîoksîtê: 15,000


Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Mijdara 2024ê projeya Ronakiyê ragihand, bi merema gihandina elektrîka 24 saetî ji bo hemî mal û cihên bazirganî heta dawiya sala 2026ê. Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li meha Gulanê bi yekdengî ew proje pejirand.

Fly Erbil Advertisment