Mesrûr Barzanî û Konsolê Holandayê li ser pêşxistina têkiliyan axivîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Holandayê ya Iraqê li ser têkiliyên dualî û dawî pêşhat û guhertinên Iraq û deverê axivîn.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 1ê Îlona 2025ê) pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Holandayê Christoph Prommerschberger kir.
Di wê civînê de, ku Konsulê Giştî yê Holandayê li Herêma Kurdistanê Adrian Eiselstein jî tê de amade bû, behsa xurtkirina têkiliyên dualî û dawî pêşhat û guhertinên Iraq û deverê hat kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Holandayê kir, ji ber piştevaniya wê ji bo çaksaziyên hikûmetê di warê cihêrengkirina aborî de, bi taybetî jî piştgiriya sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê.
Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Holandayê jî pesnê pêşketin, avedanî û rewşa pêkvejiyana aştiyane ya Herêma Kurdistanê û mêvandarîkirina aware û penaberan kir.
Christoph Prommerschberger herwesa amadebûna welatê xwe ji bo zêdetir pêşxistina têkiliyan bi Herêma Kurdistanê re diyar kir. Ji bo vê meremê jî, biryar e ku şandeke bazirganî ya Holandayê di dema bê de serdana Herêma Kurdistanê bike, da ku têkiliyên bazirganî û aborî pêş bixe.
Di pareke din a wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser bizavên avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de û dabînkirina mafên destûrî û darayî yên xelkê Kurdistanê li hev guhertin guhertin.