Pirsgirêka zimanê Kurdî li Zanîngeha Kerkûkê hat çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û Serokê Zanîngeha Kerkukê li ser wê pirsgirêka ku îro di ezmûnan de ji xwendekarên Kurd ên zanîngeha Kerkûkê re çê bû axivîn û ew pirsgirêk çare kir.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê Hêmin Delo îro (Duşem, 1ê Îlona 2025ê) got, “Pirsgirêka zimanê Kurdî li Zanîngeha Kerkukê bi yekcarî hat çareserkirin û pirsgirêka ku îro derketiye holê dê careke din çê nebe.”

Hêmin Delo herwesa got, “Piştî weşana zindî ya Kurdistan24ê û veguhestina pirsgirêka xwendekarên Kurd ên Zanîngeha Kerkukê, ku rê bi wan nehat dan ku bi zimanê Kurdî bersiva pirsyarên azmûnên xwe bidin, Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Dr. Şaxewan Ebdila peywendî bi serokê wê

zanîngehê kir, û peyamnêrê Kurdistan24ê jî di nîqaşa navbera wan de amade bû.”

Navbirî amaje jî da, “Serokê zanîngehê got ku ew dereng hatine haydarkirin, lewma belavkirina pirsyaran bi zimanê Kurdî li kolîja qanûnê dereng maye. Ji ber vê yekê jî, çend xwendekar ji hola azmûnê derkeftin, lê paşê pirsyar bi zimanê Kurdî hatin belavkirin.”

Serokê Zanîngeha Kerkukê soz da Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê ku, ev pirsgirêk careke din çê nabe û xwendekarên Kurd dikaribin bersiva azmûnan bi zimanê Kurdî bidin.

 
Fly Erbil Advertisment