Mesrûr Barzanî sersaxî ji Arif Ruşdî re xwest

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxî ji Arif Ruşdi re xwest, ji ber wexera dawiyê ya birayê wî.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 1ê Îlona 2025ê) bi rêya telefonê sersaxî ji Endamê Desteya Rêvebirinê ya Encûmena Bilind a Têkoşerên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Arif Ruşdî re xwest, ji ber wexera dawiyê ya birayê wî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe ji Arif Ruşdî re diyar kir û hêvî kir ku, Xudayê mezin canê Xudêjêrazî bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bi malbata wan jî bide.

Arif Ruşdî jî bi navê malbata xwe spasî û rêzên xwe ji bo peywendî û hevxemiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin.

 
Fly Erbil Advertisment