Nezîr Akyeşilmen: Aştiya rasteqîn ne tenê bêdengiya çekan e, demokrasî û dadwerî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Pisporê Peywendiyên Navnetewî Dr. Nezîr Akyeşilmen ragihand, Pêvajoya Aştiyê ya li Tirkiyeyê ji ber ku hikûmet bi zimanê şer behsa aştiyê dike, baweriyê nade gel. Akyeşilmen amaje bi wê yekê kir ku aştiya rasteqîn ne tenê rawestandina şer e, lê belê ew e ku demokrasiyeke temam pêk were û zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî.
Pisporê Peywendiyên Navnetewî Dr. Nezîr Akyeşilmen ji K24ê re derbarê Pêvajoya Aştiyê ya li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de got: "Ev pêvajo ku nêzîkî salek e dest pê kiriye, bi avakirina komîsyonekê li parlamentoyê û bi îlana pakêteke ku dest ji çekan were berdan, hêviyeke mezin çêkiribû. Lê belê piştî wê, ti gavên berbiçav û rasteqîn nehatin avêtin. Vê yekê jî hêviya gel kêm kir."
Akyeşilmen da zanîn, pirsgirêka herî mezin zimanê ku ji aliyê hikûmetê ve tê bikaranîn e û wiha axivî: "Nabe ku dema tu behsa aştiyê bikî, zimanê te zimanê şer be. Ev yek baweriyê çênake. Divê hikûmet zimanê xwe biguherîne. Pêvajoya Aştiyê bi gotina aştiyê dest pê dike."
Dr. Nezîr Akyeşilmen du corên aştiyê ji hev cuda kir û got: "Li gor teoriyê du corên aştiyê hene. Yek jê 'Aştiya Neyînî' ye ku tenê tê wateya nebûna şer. Ya din 'Aştiya Erênî' ye ku tê wateya pêkhatina demokrasiyeke rasteqîn, pêşketina mafên mirovan û edaletê. Ya ku Kurd dixwazin aştiyeke erênî ye. Pêşî divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, perwerde bi zimanê Kurdî li dibistanan hebe û zordariya li ser huner û edebiyata Kurdî rabe."
Akyeşilmen herwiha bal kişand ser siyasetên Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdên Sûriyeyê û ev yek wek astengiyeke mezin li pêşiya pêvajoyê bi nav kir. Wî got: "Tirkiye nikare bêje ez bi Kurdên Tirkiyeyê re aştiyê dikim, lê ez ê bi Kurdên Sûriyeyê re şer bikim. Ev ne tiştekî aqilane ye û ne exlaqî ye. Ne Kurd û ne jî cîhan vê yekê qebûl nake. Divê Tirkiye fêrî wê yekê bibe ku li hemberî Kurdan bi yek siyasetê tevbigere."
Pisporê Peywendiyên Navnetewî Dr. Nezîr Akyeşilmen hêviya xwe anî ziman ku Tirkiye rojekê ji ezmûna Herêma Kurdistanê fêr bibe û siyaseteke rasteqîn ji bo çareserkirina pirsa Kurd bipêş bixe.