Wênegirê Kurd Kemal Seydo li Almanyayê koça dawî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wênegirê sînemayê yê navdar ê Kurd Kemal Seydo, îro 1ê Îlona 2025an, li bajarê Warendorf ê Elmanyayê di 86 saliya xwe de koça dawî kir.

Kemal Seydo di sala 1939an de li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûbû. Ew ji temenekî ciwan ve tevlî kar û xebata siyasî ya Kurdî bû û ji ber çalakiyên xwe yên neteweyî, di sala 1959an de li Şamê ligel têkoşerên wekî Osman Sebrî û Dr. Nûredîn Zaza hate girtin û kete zindanê.

Seydo di sala 1991an de koçî Elmanyayê kir û li wir tevlî Komeleya Xwendekarên Kurd bû. Wî li Elmanyayê beşa sînemakariyê (wênekêşiya sînemayî) xwend û piştre 35 salan wek sînemakar di televîzyona navdar a Almanî WDR de, hem li hundir hem jî li derveyî Elmanyayê, kar kir.

Yek ji karên herî girîng ên Kemal Seydo, tomarkirina dîroka têkoşîna Kurdan bû. Di salên 1970 û 1972an de, wî du caran serdana Başûrê Kurdistanê kiribû û di wan serdanan de, du fîlmên belgefîlmî derbarê Şoreşa Kurdî ya bi pêşengiya Barzaniyê Nemir de amade kirin.

 
Fly Erbil Advertisment