Ji bo nasandina berhemên xwemalî, Festîvala Tirî Rewandiz li hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Riwandizê bi beşdariya hejmareke mezin a cotkar û baxevanên deverê, yekemîn Festîvala Tirî hat lidarxistin. Di festîvalê de, 12 cûreyên herî baş ên tiriyê gundên derdora Riwandizê, ku bi kalîteya xwe ya bilind tên naskirin, hatin pêşandan.
Armanca sereke ya festîvalê, peydakirina bazarê ji bo berhemên cotkaran, nasandina wan bi xelkê re û piştgirîkirina Kerta çandiniyê li deverê bû. Cûreyên navdar ên wekî tiriyê Kalî, Helwanî û Kişmişî di nav berhemên ku hatin pêşandan de bûn.
Serpiriştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb ku beşdarî festîvalê bûbû, pesnê kalîteya berhemên xwemalî da û ji K24ê re ragihand: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide Kerta çandiniyê û hewl dide pişta xwe bi berhemên navxweyî ve girê bide û heta bigihêje asta hinardekirinê."
Herwiha tekez kir ku festîvalên bi vî rengî pêngavên girîng in ji bo alîkariya cotkaran di firotina berhemên wan de.
Cotkarê beşdar Mihemed Mistefa diyar kir, tiriyê devera wan xwedî kalîteyeke bilind û berxwedêr e, ku dikare ji bo demeke dirêj bê parastin.
Cotkarekî din ê bi navê Mihemed Seîd jî da zanîn, îsal ji ber keşûhewaya nebaş wekî teyrok û sermayê di biharê de, berhemê tirî kêmtir bûye, lê tevî vê yekê jî nirxê wê pir guncaw e.
Li cîhanê bi sedan cûreyên tirî hene û nêzîkî 20 cûreyên wan li Herêma Kurdistanê tên berhemanîn, ku beşeke mezin ji wan ji aliyê cotkarên devera Riwandizê ve tên çandin.
Festîvalê derfeteke baş peyda dike, ji bo cotkar karibin berhemên xwe rasterast bi kiriyaran bidin nasîn û bifroşin.