Li Gola Derbendîxanê Nêzîkî 6 hezar masî mirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî belavbûna dîmenên mirdarbûna hejmareke mezin a masiyan li Gola Derbendîxanê, Qaymeqamiya Derbendîxanê di daxuyaniyekê de ragihand, sedema mirina masiyan ne nexweşî, ne nêçîra neyasayî û ne jî bikaranîna madeyên jehrî ye.

Qaymeqamiya Derbendîxanê îro 1ê Îlona di daxuyaniyekê de eşkere kir, piştî belavbûna dîmenên masiyên mirî li ser bendavê, lîjneyên taybet ji bo lêkolîn û şopandina bûyerê hatine raspardin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, sedema sereke ya vê rûdanê şaşiyeke mirovî bûye. Hate gotin: "Masiyên ku telef bûne, dema biçûk bûne ketine nav qefesên daleqandî yên xwedîkirina masiyan. Piştî ku ew masî mezin bûne, êdî nikarîbûn ji qefesan derkevin. Dema ku xwediyê projeyê masiyên xwe yên xwedîkirî ji bo firotinê kom kirine, ev masiyên din bi awayekî nerast û nezanyarî avêtine derve, ku ev yek bûye sedema mirina wan."

Herwiha hat aşkerekirin, li gorî texmînan, derdora pênc heta şeş hezar masî mirdar bûne. Cûreyê masiyan jî "Çatke" bûye, ku cûreyekî masiyên biçûk e.

Qaymeqamiyê tekez kir, lîjneyên peywendîdar hatine erkdarkirin da ku masiyên mirî bi awayekî zanistî kom bikin û ji nav bibin, ji bo ku rê li ber belavbûna nexweşî û bêhna ne xweş bê girtin.

 
Fly Erbil Advertisment