Li Kifrî erdhejek bi pileya 4 a Rîxterê rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Giştî ya Keşnasî û Çavdêriya Erdhejê ya Iraqê ragihand, îro sibeha 2ê Îlonê, erdhejek bi pileya 4 a Rîxterê li rojhilatê qezaya Kifrî, ser bi parêzgeha Helebceyê, rû da.

Di daxuyaniyekê de, desteyê eşkere kir ku navenda erdhejê bi qasî 30 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Kifrî bûye.

Herwiha hat destnîşankirin, hejandina erdhejê ji aliyê welatiyên ku li nêzîkî cihê bûyerê dijîn ve hatiye hîskirin.

 
Fly Erbil Advertisment