Dadgehê 5 meh cezayê zindanê li Şasiwar Ebdulwahîd birî

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyekê ji Dadgeha Silêmaniyê ji K24ê re ragihand, di rûniştina sêyem a doza Serokê Tevgera Newey Niwê (Nifşê Nû) Şasiwar Ebdulwahîd de, dadwerê dozê di çarçoveya giliyê parlamentera berê Şadî Newzad de, 5 meh cezayê zindanîkirinê li Ebdulwahîd birî.

Kêşeya yasayî ya vê dozê vedigere sala 2021an, piştî ku parlamentera wê demê ya Fraksiyona Nifşê Nû li Parlamentoya Kurdistanê Şadî Newzad ji partiyê veqetiya bû. Wê di konferanseke rojnamevanî de eşkere kiribû, Şasiwar Ebdulwahîd gefa belavkirina wêne û vîdyoyên wê yên taybet lê xwariye û ji ber vê yekê wê giliyê yasayî tomar kiriye.

Şasiwar Ebdulwahîd şeva 12ê Tebaxa 2025an, li ser giliya Şadî Newzad, bi tometa "navtêdan û gefxwarinê" hatibû desteserkirin. Beriya wê jî çend caran Serokê Tevgera Nifşê Nû ji bo dadgehê hatibû vexwendin, lê ew amade nebûbû, lewma fermana girtina wî hatibû derxistin.

Wekî ku Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû, Şasiwar Ebdulwahîd bi fermana dadwer û li gorî Madeya 431 a Yasaya Cezayê ya Iraqê, ku taybet e bi gefxwarinê, hatiye desteserkirin.

 
Fly Erbil Advertisment