Derçûyên bijîşkî spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo damezrandina 775 derçûyên beşa bijîşkiyê, dest bi rêkarên yasayî hatiye kirin, da ku ev bijîşk di demeke herî nêz de li navendên tenduristiyê dest bi kar bikin û xizmeta welatiyan bikin.

Biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî derçûyên beşa bijîşkiyê yên sala 2023-2024an gelek kêfxweş kirine, ji ber ku damezrandina wan a daîmî û li ser dahata navxweyî, hêviyeke nû daye wan.

Nûnerê derçûyên ku hatine damezrandin Berzî Diyar derbarê biryarê de got: "Em gelek spasî Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin. Dayika min bi nûçeya damezrandina min ez ji xewê rakirim, ez gelek kêfxweş im. Zêdetirî sal û nîvek e ez li benda vê biryarê me. Di malbata min de, bavê min û sê birayên min bijîşk in û xwîşka min jî li beşa dermansaziyê dixwîne. Vê biryarê tevahiya malbata min kêfxweş kir."

Ev biryar di demekê de tê ku Herêma Kurdistanê rûbirûyê qeyraneke darayî bûye û Wezareta Darayî ya Iraqê jî biryar daye ku ti kesekî nû li ser lîsteya mûçeyan neyê zêdekirin. Tevî vê rewşê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ev biryar derxist da ku xizmetguzariyên li navendên tenduristiyê zêdetir bike.

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ji K24ê re ragihand: "Me gelek şand şandin Bexdayê û hewl da ku derçûyên kolejan werin damezrandin, lê Bexdayê ti bersiv neda. Ji ber vê yekê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryara damezrandina wan da."

Wezîrê Tenduristiyê herwiha diyar kir, diviyabû hikûmeta Iraqê pişka Herêma Kurdistanê ya ji bo pileyên wezîfeyê dabîn bikira, ji ber ku bi sedema yasaya teqawidbûnê, hejmareke mezin a karmendên tenduristiyê xaneşîn bûne û li piraniya nexweşxane û navendên tenduristiyê kêmasiya karmendan çêbûye.

Dr. Saman Berzencî tekez kir, damezrandina van bijîşkan dê bandoreke erênî li ser xizmetguzariyên tenduristiyê bike û got: "Em dê di demeke herî nêz de dest bi rêkarên destbikarbûnê bikin, da ku ew bikevin nav sîstema tenduristiyê. Ev biryareke gelek girîng bû, ji bo sîstema tenduristiyê."

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka karê xwe ve, girîngîdan û pêşxistina Kerta tenduristiyê xistiye nav karên xwe yên sereke. Tevî qeyranan û rewşa aborî ya dijwar, dabînkirina derman û pêdiviyên bijîşkî û bihêzkirina binesaziya tenduristiyê, her dem di karên pêşîn ên Kabîneya Nehem de bûye.

 

 

Fly Erbil Advertisment