Rêveberê Giştî yê Bendavan: Me nehiştiye hilberîna Elektirîkê raweste

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber kêmbaranî û hişkesaliyê, asta avê li bendavên Herêma Kurdistanê bi awayekî berbiçav daketiye, lê berpirs tekez dikin, li gorî planê ew ê nehêlin hilberîna elektirîkê bi temamî raweste.
Rêveberê Giştî yê Bendavên Herêma Kurdistanê Rehman Xanî îro 2ê Îlonê ji malpera K24ê re ragihand, di tevahiya îsal de ji ber nizmiya asta avê li golên Dukan û Derbendîxanê, tenê du turbîn; yek li Bendava Dukanê û ya din li Derbendîxanê, ji bo hilberîna elektirîkê kar kirine. Wî got jî: "Carinan em wê yekê jî dadixînin nîvî, li gorî pêwîstiyê, da ku em avê kêm serf bikin."
Berdevkê Wezareta Elektirîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Omêd Ehmed eşkere kir, ji ber nizmiya asta avê li Gola Dukanê, rêjeya hilberîna elektirîka rojane daketiye 40 megawatan, ku ev yek li gorî salên borî kêmbûneke berbiçav e.
Lê wî tekezî li ser wê yekê kir: "Li gorî plana berdana avê, em ê nehêlin turbîn ji kar bikevin û hilberîna elektirîkê raweste."
Li gorî agahiyên K24ê, îsal asta ava depokirî li Bendava Dukanê, ku mezintirîn bendava Herêma Kurdistanê ye, 18 metre daketiye û niha tenê milyarek û 400 milyon metre sêcar av di bendavê de maye.