Hejmarek ciwan yek ji kevintirîn xaniyên Hewlêrê dikin navendeke çandî

Hewlêr (K24) – Li yek ji taxên kevn ên bajarê Hewlêrê, du ciwanên derçûyên zanîngehê, xaniyekî dîrokî ku di salên 1950î de hatiye avakirin, veguherandine navendeke çandî û hunerî. Projeya wan ne tenê cîhek ji bo kombûna ciwanan û hezkiriyên edebiyatê peyda dike, lê di heman demê de piştgiriyê dide hunermendên ciwan û derfetên kar diafirîne.

Armanca sereke ya vê projeyê, ku ji aliyê Mihemed Sîrwan û hevalê wî ve hatiye destpêkirin, ew e ku ciwanên Kurdistanê di nav kelepûra çandî û hunerî de bîne cem hev. Ew bi nûjenkirina vê avahiya kevnar, ku dîwarên wê yên kerpîçî yên resen parastine, kevn û nû di nav hev de dihûnin û keşûhewayeke aram ji bo xwendin, xebat û hevdîtinan pêşkêş dikin.

Damezrînerên projeyê Mihemed Sîrwan dibêje: "Me hewl da ku em reseniya vê xaniyê kevn biparêzin. Armanca me ew e ku ev der bibe cihê kombûna ciwanan, xwîneran û hunerdostan. Me her quncikek bi wateyekê dîzayn kiriye û ji bo hemû çînan cîh veqetandiye."

Navend ne tenê wekî qehwexane xizmetê dike, lê di heman demê de wekî galeriyekê ye ku berhemên destî yên hunermendên ciwan ên xwedî behre tê de tên pêşandan û firotin. Ji çenteyên çerm heta kulavên xemilandî û ji kûpên nexşandî heta defterên taybet, ev derfetê dide hunermendan ku berhemên xwe bigihînin civakê.

Kesên ku serdana navendê dikin jî kêfxweşiya xwe bi vê projeyê tînin ziman. Aras Kemal dibêje: "Dîzayna vî cihî gelek balkêş e û mirov vedigerîne nav dîrokê. Tevliheviyeke di navbera stîla modern û klasîk de ye. Hebûna cihên bi vî rengî pir pêwîst e."

Şîlan Şe'ban jî: "Vekirina cihên bi vî rengî ji bo ciwanan gelek girîng e. Keşeke aram e ku mirov dikare tê de bixebite an pirtûkan bixwîne. Her quncikek vê malê mirov bi bîranînên bapîran ve girê dide û nîşan dide ku rehên me li ku ne."

Ev proje bûye mînakeke serketî ku çawa dikare kelepûra mîmarî bê parastin û di heman demê de bibe cîhekî zindî yê ku ciwanan li dora çand, huner û edebiyatê dicivîne û derfetên aborî ji wan re peyda dike.

 

 

Fly Erbil Advertisment