Li Rojavayê Kurdistanê nakokiyên siyasî bandor li ser sektora perwerdeyê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Xwendekar û malbatên li Rojavayê Kurdistanê bi nîgeraniyeke mezin pêşwazî li encamên ezmûnên giştî kirin, piştî ku hat eşkerekirin ku rêjeya serkeftinê ya pola nehem daketiye asta herî nizm a deh salên dawî li Sûriyeyê. Ev yek tirseke mezin li ser paşeroja perwerdeya zarokan çêdike.

Li gorî encamên hatine ragihandin, rêjeya serkeftinê di pola nehem de tenê gihişte %49. Tevî ku encamên bekeloryayê (pola 12an) bi rêjeya %75 hinekî baştir bûn, hejmara xwendekarên ku notên gelek bilind (li ser %90) bi dest xistine, li gorî salên borî bi awayekî berbiçav kêmtir bû. Ev yek nîşana daketina asta akademîk û kêmûna kapasîteya pêşbirkê ya xwendekarên herêmê ye.

Yek ji xwendekarên herî serketî yên Rojavayê Kurdistanê, ku karîbû pileya 99% bi dest bixe, di hevpeyvînekê de ligel Kurdistan24 behsa zehmetiyên ku îsal rûbirûyê wan bûye kir. Wê amaje bi wê yekê kir ku şêwaza pêkanîna ezmûnan û guhertinên berdewam ên ji ber nakokiyên di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser de, bûne sedema fikareke mezin û zexteke derûnî li ser xwendekaran. Gelek caran xwendekar neçar mabûn ku ji bo ezmûnan biçin herêmên cuda, ku ev yek barekî giran ê darayî û derûnî li ser malbatan çêdikir.

Ji aliyê xwe ve, mamosteyan jî zehmetiyên ku kişandine neveşartin û diyar kirin ku tevî rêjeya baş a serkeftina bekeloryayê, hejmara xwendekarên ku pileyên pêwîst ji bo çûna zanîngehê bi dest xistine, li gorî salên berê gelek kêm bûye. Wan destnîşan kir ku zexta programên cuda yên perwerdeyê û nebûna baweriyê bi dîploman, bandoreke neyînî li ser kalîteya perwerdeyê kiriye.

Piştî destpêka krîza Sûriyeyê û derketina nakokiyan di navbera Şamê û Rêveberiya Xweser de, xwendekarên li Rojavayê Kurdistanê ji perwerdeya fermî ya ku ji aliyê hikûmeta navendî ve tê naskirin, bêpar man. Rêveberiya Xweser programa xwe ya perwerdeyê sepandiye, ku heta niha ne di asta niştimanî û ne jî di asta navneteweyî de nehatiye naskirin.

Ji ber vê rewşê, bi hezaran xwendekar neçar mane ku ji bo berdewamkirina xwendina xwe û bidestxistina dîplomeke naskirî, berê xwe bidin parêzgehên din ên di bin kontrola hikûmeta Şamê de. Vê yekê barekî gelek giran xistiye ser milê xwendekar û malbatên wan û paşeroja nifşekî xistiye ber pirsekê.

 
Fly Erbil Advertisment