Mesrûr Barzanî û şandeke Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê nîqaş kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşxwaziya Rêveberê Giştî yê Karûbarên Iraq û Îranê li Wezareta Derve ya Tirkiyeyê kir û pê re çend mijarên girîng nîqaş kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 2ê Îlona 2025ê) pêşwaziya şandeke Tirkiyeyê bi serokatiya Rêveberê Giştî yê Karûbarên Iraq û Îranê li Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Ali Riza Guney kir.
Di wê civînê de, ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu jî tevlî wê bû, pêşxistina têkiliyên dualî li ser bingeha berjewendiyên hevpar û rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê jî hatin nîqaşkirin.
Her di wê civînê de, pêdivîtiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, misogerkirina mafên destûrî û pişka budceyê ya Herêma Kurdistanê, dawî pêşhat û guhertinên Sûriyeyê, parastin û garantîkirina mafên gelê Kurd û pêkhateyên din ên wî welatî û pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê jî mijarên pareke din a danûstandinan bûn.