Erdogan: Kurd li kî derê bijîn birayên me ne
Erdogan: Her kesê bizava têkdana pêvajoya aştiyê bike, divê bedela wê bide

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî serdana xwe ya Çînê li ser rêya vegerê ji bo Tirkiyeyê li nav balafirxaneyê ji rojnamevanan re axivî û got, "Her kesekê bizavê ji bo têkdana pêvajoya aştiyê bike, divê xwe ji bo bedela wê jî amade bike." Herwesa got, "Kurd birayên me ne, li her dera lê bijîn, kes nikare me ji hev cuda bike.”
Serokkomarê Tirkiyeyê li ser têkiliyên bi Kurdan re amaje da, “Kurd birayên me ne, girîng nîne ew li kî derê bijîn. Çi kesek nikare me ji hev cuda bike, çawa ku goşt ji hestî nayê veqetandin. Moralê me heye û çi kesek nikare bûseyê ji bo têkdana vê biratiya me deyne. Lewma jî heke em bi baldarî û bi aqilmendî tevbigerin, her pirsgirêkek dê çareser bibe, lê bêyî hebûna îradeyeke baş, heta pirsgirêka herî hêsan jî dê bigihîje rewşeke bêçareseriyê.”
Erdogan tekez jî kir, “Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, ya ku li Parlementoya Tirkiyeyê hatiye damezrandin, bi berfirehî xebata xwe didomîne, ji ber vê yekê jî ez bawer dikim ku pirsgirêkeke 40 salî dê di dawiyê de li Tirkiyeyê bi dawî bibe."
Navbirî herwesa got, "Li ser pêvajoya aştiyê û paşeroja Tirkiyeyê, çêtir e ku mirov guh nede gotgotkan, lê li ser daxuyaniyên cidî yên ku ji hêla dewletê ve tên kirin bisekine. Me hem nexşerêya xwe û hem jî armancên xwe bi zelalî diyar kirine; ew xercî û çavkaniyên ku ji bo şerê li dijî terorê dihatin terxankirin niha ji bo pêşxistin, hilberîn, veberhênan û damezrandinê tên bikaranîn.”
Serokkomarê Tirkiyeyê di derheqa rewşa Sûriyeyê û paşeroja wê de jî amaje da ku, ew dixwazin li Sûriyeyê jiyarxweşî û aştiyeke mayînde peyda bibe. Herwesa got, “Nearamiyên Sûriyeyê dê bandoreke rasterast li ser Tirkiyeyê jî hebe, ji ber vê yekê em çavên xwe li kesên ku bizavê dikin têkdanê li Sûriyeyê biafirînin nagirin, ji ber ku em dixwazin Sûriye bi hemî pêkhateyên xwe ve yekgirtî be û yekgirtî bimîne.”
Erdogan herwesa ragihand, "Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û rêveberiya wî bi Tirkiyeyê re hevnerîn in, ji ber vê yekê em Sûriyeyê bi tenê nahêlin."
Navbirî herwesa haydarî da ku, ew hêvî dike ku çi kesek bizavê neke ku rewşa navxweyî ya Sûriyeyê têk bide. Herwesa got, “Kesên ku berjewendiya wan di têkdanê de heye dê vê carê bişkên ji ber ku gelê Sûriyeyê, tevî hemî pêkhateyên wê, çi Ereb, Kurd, Tirkmen, Elewî, Sunî an jî Xiristiyan, bi hev re ne û dê bi ser bikevin. Ew kesên ku bizava têkdana rewşa wê dikin, divê bedela wê bidin.”