Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî şîna Hacî Qedirya Xan Dizeyî bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî şîna Hacî Qedirya Xan Dizeyî ya xûşka Muhsin Dizeyî bû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 2ê Îlona 2025ê) li Hewlêrê tevlî şîna Hacî Qedirya Xan Dizeyî ya xûşka tekoşer û kesatiyê navdar Muhsin Dizeyî bû, sersaxî ji malbat û kesûkarên Xudêjêraziyê re xwast û hevxemiya xwe jê re diyar kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Yekşema borî (31ê Tebaxa 2025ê) jî bi rêya telefonê sersaxî ji kesatiyê tekoşer û navdar ê Kurdistanê Muhsin Dizeyî xwast, ji ber wexera dawiyê ya xûşka wî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî ji Muhsin Dizeyî re xwast û hevxemiya xwe ji wî re diyar kir û hêvî kir ku, Xudayê mezin canê Xudêjêraziyê bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bi malbata wan jî bide.

Li beranberî wê yekê jî, Muhsin Dizeyî li ser navê malbata xwe rêz û spasî ji bo peywendî û hevxemiyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment