Bahçeli: Kes nikare têkiliyên navbera Kurd û Tirkan têk bide

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê MHPê ragihand, “Her bizaveke li jêr navê federalî an parvekirina Sûriyeyê gefeke cidî ye û rûbirûbûna Tirkiyeyê li dijî wan projeyan rewa û pîroz e."
Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli îro (Sêşem, 2ê Îlona 2025ê) ragihand, “Plana wan kesên ku dixwestin têkiliyên neqetandî yên di navbera Tirk û Kurdan de têk bidin û di navbera wan de fitneyê çê bikin hat pûçkirin û bizavên têkdan û jêkvekirina Kurd û Tirkan bi ser neketin.”
Bahçelî tekez jî kir, “Tu guhertinek di sînorên deverê de nayê qebûlkirin.” Herwesa got, “Armanca Tirkiyeya bêteror armanca sereke ya gel û dewleta Tirkiyeyê ye û erkê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê ye.”
Navbirî herwesa ragihand, “Her bizaveke li Sûriyeyê bi navê federalî an parvekirina wî welatî gefeke cidî ye û rûbirûbûna Tirkiyeyê li dijî wan projeyan rewa û pîroz e."
Serokê MHPê herwesa got, “Divê HSD pabendî peymana 10ê Adarê be, ku bi Hikûmeta Sûriyeyê re îmze kiriye. Wekî din, êrîşa leşkerî li ser wan hêzan dê bi îradeya hevpar a Enqere û Şamê bibe tiştekî vebir.”